PeyamaKurd - Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan got: “Em ê di Newrozê de mizgînekê bidin gelê xwe.”
Murat Karayilan di derbarê naveroka “mizgînê” de hurgilî nedan û da zanîn ku wê di nava çend rojan de mizgînê ragihînin.
Karayilan got: “Wek rêveberiya tevgera me, di vê Newrozê de, di nava çend rojên pêş de em ê mizgînê bidin gelê xwe. Em ê mizgîna xwe bi daxuyaniyeke nivîskî ragihînin. Ev mizgîn wê di têkoşîna me de hîmekî hîn xurt bi xwe re ava bike. Di bilindkirina têkoşînê de wê bibe amûreke pir gring û roleke xwe hebe. Di vê çarçoveyê de careke din Newroza tevahiya gelê me û tevahiya gelan bi dil û can pîroz dikim.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin