PeyamaKurd - Berdevka Koşka Spî Sarah Sandersê ragihand ku li ser daxwaza Serokê Amerîkayê Donald Trump, Wezareta Gencîne ya Amerîkayê dê bi ser du wezîrên Tirkiyê de ceza bisepîne.
Berdevka Koşka Spî ya Amerîkayê Sarah Sandersê, di civîneke çapemeniyê de ragihand, ku Wezareta Gencîne ya Amerîkayê, li ser Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu û Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gul mueyîdeyan bisepînin. Sedema vê yekê peywendiya van wezaretan bi girtina Rahîb Andrew Craig Brunson têkildar hat nîşandan.
Sarah Sanders, sepandina cezayan ragihand û li gor cezayan, pere, mulk û malên herdu wezîrên Tirkiyê li Amerîkayê têne blokkirin û ji welatiyên Amerîkayê re rê nayê dayîn ku bi wan du kesan re serederî bikin.
Keşe Andrew Brunson ji Cotmeha 2016an ve bi tohmeta sîxurî û hewldana rûxandina hikûmeta Tirkiyê hatiye desteserkirin, lê Brunson wan tohmetan red dike.
Piştî ku Tirkiyê daxwaza Amerîkayê ya li ser azadkirina Brunson red kir, Serokê Amerîkayê Donald Trum diyar kir ku dê "cezayên mezin" bi ser Tirkiyê de bisepîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin