PeyamaKurd – Şaredariya Berlîn a Almanyayê siyasetmedar û perwerdekarê Kurd Riza Baran ku 40 sal in li Berlînê ji bo mafên gelê Kurd û başkirina rewşa penaberan têkoşînê dide, bi Nîşana Eyaleta Berlînê xelat kir.
Şaredarê Berlînê Michael Müller bi merasîmekê xelata Riza Baran pêşkeşî wî kir. Herwiha rêveberiya eyaletê jî ragihand ku Riza Baran ji ber xebat û hewlên xwe yên yeksaniya derfetên perwerdehiyê hêjayî xelatê hatiye dîtin. Nîşana Eyaleta Berlînê îsal bo 13 kesan hatiye dayîn.
"Berê pirsgirêk derbarê Kurdan de hebûn"
Riza Baran ji medya Kurdistanê re piştî wergirtina xelatê da xuyakirin, “Me ji bo biyaniyan û nêzîkirina mirovan bi hevdu têkoşîn da. Herwiha ji bo Kurdan jî. Gelek pirsgirêkên bo Kurdistana me hebûn. Yên bi kurdî nizanibûn hebûn, me ji bo wan kursên kurdî vekirin.”
Baran herwiha da zanîn ku beriya niha Kurd li Almanyayê nedihatin naskirin, lê niha di asta parlamentoyê de têne rojevê û Kurd êdî li derveyî welat jî tên naskirin û qebûlkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin