16 Nîsan - Roja Parastina Jîngeha Kurdistanê Pîroz be!

16 Nîsan - Roja Parastina Jîngeha Kurdistanê Pîroz be!

PeyamaKurd – Îro 16ê Nîsanê li herêma Kurdistanê Roja Parastina Jîngehê ye.

Jîngeh û xwezaya Kurdistanê li hemû beşên di bin dagirkeriyê de mane, heta niha jî tê talankirin û tunekirin.

Hikûmetên desthilatdarên Iraqê jî Başûrê Kurdistanê di demên cuda de tevî dijminatiya netewa kurd, planên dijî jîngeh û xwezaya Kurdistanê jî birêve birin. Bi taybet di serdema rejîma Beas a Sedam Hûsên de digel jenosîda netewa kurd, dijminatiya jîngeha Kurdistanê jî hat kirin û bi sedan gundên Kurdistanê bi çekên kîmyayî û bombebaranê hatin texrîbkirin.

Hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo parastina jîngeha Kurdistanê û avakirina çanda jîngeparêziyê, roja kîmyabarana navçeya Şêx Wesan û Balîsanê ku rejîma Beas pêk anîbû wekî roja jîngeya Kurdistanê diyar kiriye.

Yekem car çekên komkuj li hember navçeya Şêx Wesan û Balîsanê hatine bikaranîn û roja 16.04.1987ê rejîma Beas navçeyên Dola Balîsan, Xoşnawetî bûne yekem qurbanên çekên kîmyayî û ji ber wê kîmyabaranê 264 hemwelatî şehîd bûn û zêdetirî 400 hemwelatî jî birîndar bûn.

Hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bo bîranîna wê rojê ango 16 Nîsanê wekî roja jîngeha Kurdistanê diyar kir û her sal vê rojê sazî û rêxistinên parastina jîngehê li Kurdistanê bi dehan çalakiyan li dar dixin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin