PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 59 kamyonên din ên ku alîkariyên mirovî hildigirtin ji Deriyê Sînor ê Refahê derbasî Şerîda Gazzeyê ya ku Îsraîlê di bin êrîşên dijwar de piştî operasyona "Tofana Eqsayê" ya ku Hamasê dabû destpêkirin, derbas kirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Heyva Sor a Filistînê ve hat dayîn, ekîbên Heyva Sor 59 TIR ji Heyva Sor a Misrê ku do derbasî Deriyê Sînor ê Refehê bûn, xwarin, av, malzemeyên alîkariyê, derman û pêdiviyên tenduristiyê hilgirtin.
Hat balkişandin ku ji wan 4 qemyonan şandin Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî, 55 kamyon jî ji Heyva Sor a Misrê radestî Heyva Sor a Filistînê hatin kirin.
Herwiha hat ragihandin, ji 7ê Cotmehê ku êrîşan destpê kir hejmara kamyonên ji bo alîkariyê derbasî Gazzeyê bûne 217 e, lê heta niha destûr nayê dayîn ku sotemenî bikeve hundir.
- Rewşa dawî ya herêmê
Baskê çekdar ê Hamasê Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam, sibeha 7ê Cotmehê bi navê "Tofana Eqsayê" êrîşeke berfireh li dijî Îsraîlê pêk anî. Di dema ku bi hezaran roket ji Gazzeyê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin, artêşa Îsraîlê bi dehan balafirên şer êrîşî Şerîda Gazzeyê kir.
Rayedarên Îsraîlî ragihandin ku di êrîşên ji Gazzeyê hatin kirin de 317 leşker zêdetirî 1400 Îsraîlî mirin, 5 hezar û 132 kes birîndar bûn û 240 Îsraîlî jî di destê Tugayên El-Qassam de li Gazzeyê girtî ne.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Gazzeyê destnîşan kir, di êrîşên Îsraîlê de 3 hezar û 542 jê zarok û 2 hezar û 187 jin 8 hezar û 525 filistînî şehîd bûne û 21 hezar û 643 kes jî birîndar bûne.
Di bombebarana Îsraîlê de li Gazzeyê 35, li Lubnanê jî 1 rojnameger jiyana xwe ji dest dan.
Artêşa Îsraîlê di 26ê Cotmehê de dest bi berfirehkirina operasyonên bejayî yên sînordar kir û doza êrîşên esmanî zêdetir kir.
Nexweşxaneya Şîfa ya ku navenda tenduristiyê ya herî mezin a li Gazzeyê ye û bi hezaran birîndar û sivîl lê hene jî bû hedefa artêşa Îsraîlê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin