PeyamaKurd – Hêzên asayîşa bajarê Rihayê yên li hemberê karên qaçax yên mirovan, ji bo ew organîzatorên ku ji koçberan pere distînin û wan derbasî welatên Awrûpayê dikin, operasyon dan destpêkirin. Organîzator, koçberan ji Iraqê, Îranê û Sûriyê derbasî Tirkiyê dikin û wan di ser Yûnanistanê de dişînin welatên din yên Awrûpayê.
Hêzên asayîşê ji bo wan organîzatoran bigrin wan xistin bin taqîbê û paşî ji bo ser wan operasyon kirin. Di operasyonê de 36 koçber û 7 organîzator hatin desteserkirin.
Baregeha asayîşê ya Rihayê piştî îfadên koçber û organîzatoran girtin, wan şandin dadgehê û koçberan teslîmê Rêvebiriya Koçberan kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin