Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê re civiya

Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê re civiya

PeyamaKurd Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li bajarê Munchen ê Almanyayê bi Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê Paul Richard Gallagher re civiya.

Şandeke pilebilind a Herêma Kurdistanê jî di 58mîn Konferansa Ewlekarî ya Munchenê de beşdar e. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo konferansê hatine vexwandin.

Li gor zanyariyan, îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munchenê bi Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê Paul Richard Gallagher civiya, lê di derbarê hûrgiliyên civînê de, hîn tu zanyarî nehatine belavkirin.

Zanyarî destnîşan dikin, Serokê Herêma Kurdistanê li Munchenê wê li gel Serokê Komsîyona Yekîtiya Ewropayê, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, wezîrên derve yên Fransa, Îran û Qeterê, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê û Serokwezîrê Lubnanê jî bicive.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî ji bo konferansa îsal a ewlekarî ya Munchenê hatiye vexwandin û wê ligel hejmarek berpirsên beşdar di konferansê de bicive.

Îro 58mîn Konferansa Ewlekariyê Munchenê birêve diçe û di konferansê de, 35 serok û serkirde, 100 wezîrên karên derve û berevanî yên welatên cîhanê û bi sedan berpirs û pisporên ewlekariyê beşdar in. Konferans wê ji 18ê mehê ve (îro) heta 21ê Sibatê berdewam be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin