Mesrûr Barzanî di dîdara 'Town Holl' xwendekaran de axivî: Bi tenê jî bimînin ji berpirsiyartiyê natirsim!

Mesrûr Barzanî di dîdara 'Town Holl' xwendekaran de axivî: Bi tenê jî bimînin ji berpirsiyartiyê natirsim!

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî dîdara bi navê “Town Holl” a li zankoya Amerîkî ya Duhokê hat lidarxistin bû û bi awayekî rasterast bersiva pirsên xwendekaran da.

Serokwezîr Barzanî di dîdarê de bersiva pirsên xwendekaran da û got, ew ji berpirsyartiyê natirse û piraniya êrîşên ku li dijî hikûmeta Kurdistanê têne kirin jî siyasî ne.

Mesrûr Barzanî behsa hezkirina welat kir û got, ji bo xatirê paşerojeke baş hez ji welatê xwe bikin. Xwedanê vî welatî kesekî din nîne ji bilî we. Yek bi yekê welatiyan xwedanê vî welatî ne.

Li ser mûçe û çaksaziyê jî Mesrûr Barzanî diyar kir, “Ez ji berpirsyartiyê natirsim. Ez bi tenê jî bimînin dê berpirsyartiya xwe bicih bînim. Hemû hewla me ew e ku em zêdetirîn dahatê vegerînin welatiyan… Piraniya êrîşên ku li dijî hikûmetê jî têne kirin siyasî ne.”

Serokwezîr Barzanî di beşeke din a dîdarê de, li ser xebatên hilbijartinan jî da xuyakirin, ew kesên ku li ser bingeha çêkirina kîn û kerbê û xirabkirina aliyê din reftarê dikin, bizanin ku tiştek di barê wan de nîne… Divê hevrikî li ser wê yekê were kirin ku kî dikare zêdetir xizmet bike.”

Tevahiya hevdîtinê, roja Pêncşema bê demjimêr 21:00 bi dema Hewlêrê bi riya sosyalmedya û Kurdistan24ê rê weşandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin