PeyamaKurd – Fermandarê Hêza Erkên Hevbeş ên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê diyar kir, divê hûrgilyên rewşa ku bûye sedem DAIŞ êrîşî Hesekê bike, bên eşkerekirin.
Fermandarê Hêza Erkên Hevbeş ên Hevpeymanan John Brennan li Twittera xwe nivîsî û da zanîn: “Hevpeymanî li aliyê hevpeymanê me HSDê yê bi wêrekî li Hesekê şer kiriye radiwest e.”
Brennan destnîşan kir: “Ev pirsgirêk ne tenê di hundirê Hesekê de bû, lê belê ev pirsgirêkeke navdewletî ye û divê hemû dewlet di vê derbarê de alîkar bin.”
Wî fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî hişyarî da û eşkere kir: “Ev zîndanên demkî yên li seranserî Sûriyê, zemîneke guncaw e ji bo belavbûna hizra DAIŞê.”
Di berdewamiyê de diyar kir: “Hîn gelek kar maye li Hesekê bê kirin û em pabend in bi pêşkêşkirina şêwir û alîkariyê, ji bo hevpeymanên me yên li Iraq û Sûriyê bi ser bikevin.”
Herwiha Fermandarê Hêza Erkên Hevbeş ên Hevpeymaniya Navdewletî tekez kir: “Hîn DAIŞ li herêmê gef e û nabe rê jê re were dayîn da ku careke din vegere.”
Ev daxuyaniya Fermandarê Hêza Erkên Hevbeş ên Hevpeymaniya Navdewletî di demekê de ye, HSDê do kontrolkirina zindana bajarê Hesekê bi temamî ragihandibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin