Li Kampa Holê penaberekî iraqî hat kustin

Li Kampa Holê penaberekî iraqî hat kustin

PeyamaKurd - Li Kampa Holê ya Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ku piranî çekdarên DAIŞê û malbatên tê de dimînin, îro danê sibehê penaberekî iraqî kuştî hat dîtin.

Hat zanîn ku navê wî kesê hatiye kuştin, wî Ebdullah Hemed El-Mihemed û 60 salî ye ku bi cismekî hişk serê wî hatiye qulkirin.

 Asayîşa kampê, cenazeyê wî penaberî di bin konê wî de dîtiye ku beriya niha 23yê Gulanê jî penaberekî iraqî bi navê Xemîs Hemîd bi derban hatibû kuştin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, bûyerên kuştinê piranî li Kampa Holê bi destê jinên DAIŞê pêk tên.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin