369 koçber li Derya Sipî hatin rizgarkirin

369 koçber li Derya Sipî hatin rizgarkirin

PeyamaKurd – Keştiya bi navê Ocean Viking ku ya SOS Mediterranean ê ye, li Derya Sipî, duhî bi şev, 369 koçberên ku li tekneyekî siwar bûn, rizgar kir. Rêxistina sîvîl ya bi navê SOS Mediterranean di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku di van rojên dawiyê de ji deryayê 572 kesan rizgar kiriye.

Li gor berdevkê SOS Mediterranean ê ku bo çapemeniya Fransayê axifiye, operasyona wan ya herî dawiyê ew e ku li peravên Lîbyayê 369 koçberan rizgar kiriye. Di nav rizgarkiriyan de 110 ji wan zarokin û ji welatên Misir, Bangladeşê û Erîtreyê diçûn Awrûpayê.

SOS Mediterranean gotiye ku koçber 3 roj berê ji Lîbyayê hereket kirine û di wexta rizgarkirina wan de têhnî, birçî û bêhal bûne.

Li gor Rêxistina Koçê ya Navdewletî (IOM) yê; ji serê sala 2021 ê heya niha, di Derya Sipî de 866 koçber dema xwestine herin Awrûpayê mirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin