PeyamaKurd – Nasnameya koçberekî Kurd ê di nav ava Yûnanîstanê can dabû, ji aliyê Dezgeha Lûtke ji bo Karûbarên Aware û Penaberan hat eşkerekirin.
Li gor zanyariyan, hejmara kurbaniyên bûyera roja 1ê Mijdara borî, li qeraxên welatê Yûnanistanê bû 26 kes ku hejmarek Kurd jî di wê belemê de bûn. Dezgeha Lûtke ji bo Karûbarên Aware û Penaberan li ser vê mijarê da zanîn, meytê koçberekî din ê Kurd hatiye dîtin.
Herwiha Dezgeha Lûtkeyê destnîşan kir, piştî dilniyabûna ji zanyariyan û nasîna meytê wê ji aliyê kesekî nêzîkî wê ve, termê koçbereke Kurd ku jin e, navê wê Zirû Emînêkê Roye e Ziryan Emîlêkê e e e .
Ziryan Emîn zêdetirî meh û nîv, li welatê Tirkiyê li benda çûna ber bi Ewropayê bûye, pişt re di bûyera 1ê vê mehê de, di nav belemeke 70 kesî de can daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin