PeyamaKurd - Lijneya Asayîş û Berevaniyê li Parlamentoya Iraqê, ji bo dawî anîna êrîşên ser balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê, daxwaz kiriye ku hêzên artêşê li nav bajar bên belavkirin.
Endamê lijneya asayîş û berevaniyê li Parlamentoya Iraqê Bedir El Ziyadî ji BasNewsê re daye xuyakirin, ew moşekên şeva borî bo balyozxaneya Amerîkayê hatine avêtin, ji yek binkeyekê ve hatine avêtin, binkeyeke din jî hatibû amade kirin, lê berî avêtina moşekan dest li ser hatiye girtin.
Bedir El ziyadî daye zanîn, moşekbaran bi moşekên pêşkeftî pêk hatiye, behane dane dest Amerîkayê, bi navê parastina balyozxaneyê jî deswerdanê li karûbarên Iraqê dike.
El ziyadî diyar kir, Iraqî naxwazin welatê wan bibe qada pevçûna Amerîka û Îranê.
Parlamenterê Iraqê amaje gotiye, dibe hejmareke zêde ya wan moşekan bo êrîşa ser balyozxaneya Amerîkayê bên bikaranîn û diyar kir, pêwîste hikûmet bilez kar bo ragirtin û dest li serde girtinê bike û lijneya wan jî daxwaz kiriye bo ragirtina wan êrîşan hêzên artêşa Iraqê dakevin nav paytext Bexdayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin