Li Sirnexê ji bo 5 rojan qedexe hat ragihandin

Li Sirnexê ji bo 5 rojan qedexe hat ragihandin

PeyamaKurd – Parêzgeriya bajarê Şirnexê ragihand ku biryarê dane da li bajarê Şirnex û navçên wê heya 5 rojan kirina çalakiyan hatiye qedexekirin. Ji bo her çalakiyekî ku bêkirin, wê îzna parêzgeriyê an qeymeqamiyan bistînin. Biryar ji 2 yê mijdarê destpêbike û heya 5 rojan dewam bike.

Çalakiyên ku hatine qedexekirin civîn, meş, merasimên pêşwaziyan, civîna çapemeniyê, rûniştin, xwepêşandan, vegirtina konan, belavkirina belavokan, vekirina stendan, konser û çalakiyên weka wan in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin