Baregeh û sengerên Pêsmerge li hemberî Covid-19ê tên dezenfektekirin

Baregeh û sengerên Pêsmerge li hemberî Covid-19ê tên dezenfektekirin

PeyamaKurd - Tabûra Berevaniya Kîmyayî ya Pêşmerge, baregeh û sengerên hêzên Pêşmerge bi dermanên antî vîrus dezenfekte dike.

Malpera fermî ya Wezareta Pêşmerge ragihandiye, baregeh û sengerên hêzên Pêşmerge di çarçoveya rûbirûbûna nexweşiya koronayê (Covid-19) de tên dermankirin.

Li gorî agahiyan, dermankirina wan baregehan ji aliyê Tabûra Berevaniya Kîmyayî ya Pêşmerge ve tê kirin.

Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê şeva borî ragihand, li Silêmaniyê têsta koronaya nifşê nû (Covid-19) ya kesek din pozîtîf derketiye. Bi wê nexweşê re hejmara kesên bi wê nexweşiyê li Herêma Kurdistanê gihîşt 104 kesan ku 39 jê baş bûne û 2 jî mirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin