PeyamaKurd- Nûnerê Bilind ê Ewlehî û Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrel rêkeftina Rûsya-Tirkiyê ku agirbest hatiye ragihandin wekî geşedaneke erênî pêşwazî kir û got, divê rewşa nû ji bo gihandina alîkariyan bo sivîlan bibe alîkar.
Borrel herwiha li ser fişara penaberan a Tirkiyê bi ser Ewropayê de jî diyar kir ku erê Tirkiye barekî mezin ê penaberan hildigire, lê belê em qebûl nakin ku Enqere kaxeza penaberan mîna fişar û alaveke bazariyê bi kar bîne.
Josep Borrell beriya civîna wezîrên derve yên YEyê li paytexta Xirvatistanê Zagrebê wiha got: "Agirbest tiştekî baş e, ka emê bibînin wê çawa derbas bibe. Lê belê merca me jî zêdekirina alîkariyên mirovî ji şêniyên Idlibê re ye."
Borrell da xuyakirin, hikumetên YEyê dê îro li ser zêdekirina pereyên ji bo koçberan bidin Tirkiyê dê gotûbêjan bike, lê ew qebûl nakin ku Enqere mijara penaberan wekî kaxeza fişarê û bazariyê bikar bîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin