Rêvebirekî DEAS ê bi xwe ve bombeyê teqand û xwe kust

Rêvebirekî DEAS ê bi xwe ve bombeyê teqand û xwe kust

PeyamaKurd – Medya dewletê ya Sûriyê ragihand ku di wexta operasyona ser DEAŞ ê de, li bajarê Der’ayê, li navça Adwanê rêvebirê DEAŞ ê yê bi navê Ebû Salem el-Iraqî, di dorpêça artêşa Sûriyê de bombê bi xwe ve teqand û mir. Di dema xwekuştina rêvebirê DEAŞ ê de, ji hêzên asayîşa Sûriyê jî yek miriye.

Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan ya Sûriyê (SOHR) ragihand ku do Ebû Salem el-Iraqî hatiye kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin