PeyamaKurd - Li 2 parêzgehên başûrê Iraqê ji ber tirsa serhildana xwepêşandanan qedexeya çûnûhatinê hat ragehandin.
Hêzên ewlehiya Iraqê yên parêzgeha Dîwaniye ragehandin, îro Şemiyê (05.10.2019) demjimêr 13:00ê nîvro û pê de heta demekî ne diyar çûnûhatinê wesayît û hemwelatiyan li parêzgehê qedexe ye.
Herwiha hêzên ewlehiya parêzgeha Zîqar jî qedexeya çûnûhatinê li sînorê parêzgehê ji demjimêr 13:00ê û pê de heta demekî ne diyar ragihand.
Qedexekirina çûnûhatinê li Dîwaniye û Zîqarê di demekî de ye ku serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî demjimêr 05:00ê vê sibehê ve biryara qedexeya çûnûhatinê li Bexda hilweşand.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin