Franklin Graham: Ez dixwazim spasiyên xwe yên kûr bigihînim Serokwezîr Mesrûr Barzanî

Franklin Graham: Ez dixwazim spasiyên xwe yên kûr bigihînim Serokwezîr Mesrûr Barzanî

PeyamaKurd – Serokê rêxistina Samaritan's Purse û saziya Billy Graham, Franklin Graham bi peyameke li ser Twitterê, ji bo hevkariya Kirîstiyanan û pêkhateyên din, spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, do serdana nahiya Enkawa ya Kirîstiyanî ya ser bi Hewlêrê kir û da zanîn, Wezîrê Navxwe, Parêzgar û Encûmena Parêzgeha Hewlêrê radispêrin, ji bo Enkawa bibe qeza (navçe).

Franklin Graham li ser Twittera xwe nivîsî: “Ez dixwazim spasiyên xwe yên kûr bigihînim Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo vê biryarê û alîkariya Kiristiyanan û pêkhateyên din.”

Serokê rêxistina Samaritan's Purse û saziya Billy Graham, hêvî xwest ku Serokwezîr û gelê Kurd bên parastin û têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bidomînin. <

>
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin