PeyamaKurd – Di dema ku ragêşiya di navbera Amerîka û Îranê her ku diçe zêde dibe de, rapirsiyek hat kirin. Li gorî encamên wê rapirsiya dawî, 51 ji sedê amerîkiyan bawer dike ku wê Amerîka bi Îranê re şer bike.
Kompaniya rapirsiya ya bi navê IPSOS ê bi hevkariya ajansa nûçeyan a REUTERSê rapirsiyek kir û di rapirsiyê de lê hat nêrîn bê amerîkî xwedî nêrîneke çawa ne.
Li gorî encamên kompaniya rapirsiyan 51 ji sedê amerîkiyan bawer dike ku Amerîka wê di nava çend salan de bi Îranê re şer bike.
Li gorî rapirsiyê 4 ji 5ê amerîkiyan dibêje eger Îran êrişî Amerîkayê bike, divê Amerîka jî bi awayekî leşkerî bersivê bide Îranê
Li gorî anketa navborî, 39 ji sedê amerîkiyan piştgiriyê dide polîtîkayên Donald Trumpî ya Îranê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin