Dahata petrola Yemenê % 34 zêde bûye

Dahata petrola Yemenê % 34 zêde bûye

PeyamaKurd – Banka navendê ya Yemenê ragihand ku di sala 2022 an de, di 6 mehên ewilî de, li gor sala berê dahata petrolê ya Yemenê % 34 zêdetir bûye. Li gor rapora bankayê; di 6 mehên ewilî de 187.6 mîlyon dolar zêdetir dahat hatiye.

Li gor raporê; sala borî di nav 6 mehan de 551.7 mîlyon dolar dahata petrolê hebûye lê îsal di 6 mehan de % 34 zêde bûye û gihaye 739.3 mîlyon dolarî. Sedema zêdebûna dahata petrolê ji ber zêdebûna bihayê petrolê di bazara dinyayê de ye.

Berya şerê Yemenê ya ku di sala 2015 an de destpêkir, veberhênana petrolê ya Yemenê rojane 150 hezar varêl bû û ji ber şer niha daketiye 60 hezar varêlê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin