PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî ji bo salvegera 74emîn a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku 16ê Tebaxa 1946an hatiye damezrandin peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê medya civakî twitterê bi peyamekê pîrozbahiya 74emîn salvegera PDKê kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got:
“Ez bi boneya salvegera 74emîn damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê, pîrozbahiyê li malbatên şehîdan, endamên partiyê, kadir û hezkiriyên PDKê dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim.”
As we celebrate the 74 year anniversary of the establishment of the Kurdistan Democratic Party. I extend my heartfelt good wishes to first and foremost, the families and loved ones of our martyrs and to all the members and supporters of our political party.
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) August 15, 2020
Hêjayî bibîrxistinê ye, di roja 16ê Tebaxa 1946an de ku PDKê bi seroktiya Mele Mistefa Barzaniyê nemir hatiye avakirin, Serok Mesûd Barzanî jî ji dayik bûye ku ev roj di heman demê de rojbûna wî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin