PeyamaKurd-Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, bi welatên Yekîtiya Ewropayê da zanîn ku girêdayîbûna bi sotemeniya Rûs ve nayê berdewamkirin.
Li gorî nûçeya Rojnameya The Indian Express, Von der Leyen li Hîndîstanê beşdarî civîneke navdewletî ya li ser enerjiya rojê bûye. Di nûçeyê de tê diyarkirin ku Von der Leyen di civînê de axiviye û gotiye ku “Şerê li Ukraynayê, bi awayekî tund bi bîra me dixe ku em girêdayiyê sotemeniya Rûs nemînin.”
Von der Leyen di axaftina xwe de daye zanîn ku polîtîkaya enerjiyê, di heman demê de polîtîkaya ewlehiyê ye jî. Bi berdewamî hatiye ragihandin ku ji ber vê sedemê meha bê, Komîsyona Ewropayê, dê di çarçoveya projeya YEê ya REPowerEUyê de stratejiyeke nû ya enerjiya rojê pêşkêş bike.
Seroka Komîsyona YEê bal kişand ser ewlehiya xelekên amadekariyên gerdûnî û got ku hevkariya Hîndîstan û Yekîtiya Ewropayê ya ji bo vê ewlehiyê, pêdivî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin