PeyamaKurd-Fermandarekî hêzên muxalefetê ragihandiye ku piştî balafirên Rûsyayê bi hêzên rejîma Sûriyê re êrîş birine ser Idlibê, navçeya Serakibê ketiye destê rejîmê. Serakib li ser rêya M4 û M5 ê tam li ciyê ku her dû rê digihên hev e.
Lê Tirkiye îro balafirekî şer ya Sûriyê ya L-39 xist. Tirkiye roja yekşemê jî 2 balafirên Sûriyê xistibû. Heya niha ev balafira sêyeme ku Tirkiye dixîne.Medya Sûriyê di mijara xistina balafira dawî de weha ragihand:
“Hêzên rejîma Tirkiyê li rojavayê bakûrê Maarat El Nûmanê balafireka me xistiye.”
Wezareta Tirkiyê ya bergiriyê jî di ser hesabê xwe yê Twitterê de got ku wan balafirekî Sûriyê ya L-39 xistiye.Fermandarekî muxalefetê yê bi navê Raşwan Ebû Hamza, bo tv ya El Cezire yê ragihandiye ku şer, roja şeva duşemê gelek geş û dijwar bûye. Hêzên rejîmê ber bajêr de hatin û piştî yek sietekî ketin nava taxan û me gulebaran kirin.Bombebarana balafirên Rûsyaye zêde bû û me ber bi rojavayê bajêr de dehf dan.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin