PeyamaKurd- Li ser çêbûna rûbarê Nîlê ku 6 hezar û 800 km dirêje munaqeşe dewam dikin bê kengê çêbûye. Lê di demên dawiyê de kovara "Nature Geoscience" encama lêkolînekê belav kir. Di lêkolînê de dibêje; encamekî heye ku Nîl û bilindahiyên Etiyopyayê di heman dewrê de çêbûne. Ji bilindahiyên Etiyopyayê mînakên kevirên volkanîk û telpa ji Delta Nîlê hatine girtin.
Li ser nûmûneyan profesorekî zankoya Teksasê ji dibistana Jackson ya zanistên erdî yê bi navê Claudio Faccenna, her dû nûmûneya daye ber hev an ku nûmûneya volkanîk ya bilidahiya Etiyopyayê û telpa delta Nîlê daye ber hev û encama ku gihayê, her dû temenên wan di navbera 20 û 30 mîlyon salî de ne.
Di nava lêkolîneran de hene ku dibêjin temenê Nîlê 6 mîlyon sale lê grûbeka dinê dibêje ku temenê Nîlê 5 car lê zêdetire. Ji 3 millên Nîlê ku yek ji wan Nîla Şîn e, ji bilindahiyên Etiyopyayê dizê û dibe milekî Nîlê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin