PeyamaKurd - Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê derbarê nûçeyên qedexekirina tezên Kurdî di beşa Ziman û Edebiyata Kurdî de, daxuyaniyek belav kir û red kir ku teza bi zimanê Kurdî li zanîngeha wan hatiye qedexekirin.
Serokatiya Zanîngeha Dîcleyê got, ti guhertinek di wan bernameyan de nehatiye kirin û zimanê xwendinê jî nehatiye guhertin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, ew gotegotên li ser torên civakî belav bûne û dibêjin amadekirina tezê bi zimanê Kurdî hatiye qedexekirin “nerast in û bi mebest zanyariyên şaş tên belavkirin.”
Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin, “Ji sala 2012an ve beşa xwendina bi Ziman û Kultura Kurdî li Zanîngeha Dîcleyê hatiye vekirin. Di sala 2013an de xwendina masterê bê tez û di 2015an de jî xwendina master û doktora bi amadekirina tezê li wê beşê zanîngehê destpê kiriye. Zimanê xwendinê li vê beşê Tirkî ye. Bi heman awayî li beşên zimanên Îngilîzî, Erebî û Farisî jî bi zimanê Tirkî ye.”
Zanîngeha Dîcleyê dibêje, heta niha 86 xwendekar li Beşa Xwendina Ziman û Kultura Kurdî bawernameya master a bê tez, 10 master bi amadekirina tezê, 6 xwendekaran jî bawernameya doktora bidest xistine, ji yekem roj û heta niha jî ti guhertinek di bername û zimanê fêrkirinê de nehatiye kirin.
Zanîngeha Dîcleyê diyar kiriye, wan “bo bihêzkirina xwendina masterê bi tez û bê tez di sala 2019an de protokola hevahengiyê ligel Zanîngeha Selahedîn a Herêma Kurdistanê îmze kiriye.”
Li gor Serokatiya Zanîngeha Dîcleyê, “armanca wan nûçeyên di çend rojên borî de li ser torên civakî hatine belavkirin, xirabkirina navê zanîngeha me ye.”
Çend roj berê nûçeyek li ser torên medya civakî belav bûbû û hatibû gotin, Zanîngeha Dîcleyê, bi hinceta ku tezên ji bilî bi zimanê Tirkî têne nivîsandin, divê Desteya Bilind a Xwendinê (YOK) biryarê ser bide, li Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya nivîsandina teza bi Kurdî hatiye qedexekirin. Rêvebiriya Zanîngeha Dîcleyê ji xwendekarên xwe xwestiye têza xwe bi zimanê Tirkî binivîsin.
Nivîskar û akademisyenê Kurd Selîm Temo li ser Twitterê nerazîbûn nîşan dabû û gotibû, “Ez vê nêzîkbûna bêhed a ku 10 sal in li dijî Kurdî berdewam e eşkere dikim. Bêhediyek nû: Li beşên Ziman û Edebiyata Kurdî nivîsandina tezan a bi kurdî hat qedexekirin û zimanê hemû dersan bû Tirkî. Akademiya xwemalî û millî tiştek wiha ye!”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin