PeyamaKurd - Keşîşxaneya Saint Marinosê ya li Navçeya Payîzavaya Wanê, ji aliyê defînegeran ve hat tehrîfkirin.
Keşîşxaneya Saint Marinosê ya li Wana bakurê Kurdistanê, di dema Osmaniyan de, di destpêka serdema 20emîn de li Taxa Akboyu ji hêla mîmarên ermenî ve hatiye çêkirin û demeke dirêj wekî keşîxane dihat bikaranîn û 300 keşîş lê diketin xilwetê.
Hîndekarê Zankoya Van Yuzuncuyilê Dr. Mehmett Top diyar kir ku keşîşxane di dema osmaniyan de ji hêla ermeniyan ve hatiye lêkirin.
Dr. Top, “Keşîşxane wekî keşîşxaneye xamayan jî tê naskirin û di dema osmaniyan de wekî xilwetgeh dihat bikaranîn û yek ji nîmûneyên mîmarî yên xiristiyana ye ya li deverê ye. Heta destpêka sedsala 20emîn jî di meriyetê de bû nêzîkî 200-300 rahîbe li vir diman. Ji vî alîyî ve wekî bermayiyeke dîrokî ya girîng e lê di dema me de ji hêla defînegeran ve tê tehrîbkirin. Divê were parastin derdora were çêkirinû ji bo geştyariyê were amadekirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin