Serokwezîr: Parastina mafên karkeran yek ji karên sereke yên kabîneya me ye

Serokwezîr: Parastina mafên karkeran yek ji karên sereke yên kabîneya me ye

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, yasaya kar ku ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatiye pesendkirin wê roleke girîng di parastina mafên karkeran de bilîze.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta pesendkirina yasaya kar ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve peyamek belav kir.

Serokwezîr got: “Pîrozbahiyê li Parlamentoya Kurdistanê dikim ku bi yekdengî proje yasaya kar a Herêma Kurdistanê pesend kir. Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ez pîrozbahiyê li Wezareta Kar û Karûbarên Civakî û hemû aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku ev proje yasaya giring amade kirin û pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanê kirin.

Serokwezîr got, “Ev qanûn mafên karkeran bi giştî û jinên kedkar bi taybetî diparêze, hemû cureyên karkirina bi darê zorê ji holê radike. Ez pîrozbahiyê li xebatkarên Kurdistanê dikim ku roleke girîng di nehiştina her cure zilm û zordariyê de û nehiştina karkirina zarokan de lîstin.”

Serokwezîr bal kişande ser wê yekê ku parastina mafên karkeran yek ji karên sereke yên kabîneya wî ye û got, “Ev qanûn herwiha hemû mafên karkeran di warê tenduristî û ewlehiya kar û mafên qanûnî yên karkeran de birêkûpêk dike. Herwiha qanûn rê dide kardêran ku karkerên guncan bibînin, ew ê bibe alîkar ku şert û mercên kar û têkiliyên karker-kar bi rengekî saxlem û adil were birêkûpêkkirin.

Serokwezîr di dawiya peyama xwe de wiha got:

"Em vê derfetê bi kar tînin û soza xwe ya berdewamkirina xebata ji bo parastina mafên karkeran û baştirkirina şert û mercên jiyana wan dubare dikin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin