Girjîya li Yemenê ji nû ve gur dibe

Girjîya li Yemenê ji nû ve gur dibe

PeyamaKurd- Piştî koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Siudî êrîş bir ser Sana ya paytexta Yemenê, Husîyan jî êrîş bir ser balafirgeheke Erebistana Siudî. Husîyan, ku tê îdia kirin ku Îran piştgirîya wan dike, bi balafirên bêmirov li  dijî balafirali herêma Abha ya Erebistana Saudî êrîş li dar xistin.

Du roj piştî êrîşê, Husîyan ji kanala xwe berpirsîya êrîşê girtin ser xwe. Erebistana Saudî piştî vê êrîşê dîyar kir ku ewê bersîvê bidin û dûrê da zanîn ku li Sana êrîş biriye ser herêmeke Husîyan.

Siudîyan da zanîn ku wan dijî ‘’navendên terorê’’ êrîş li dar xistine û ser êrîşê wekî din ti hûrgilî nedan. Amerîka dide zanîn ku girjîya li Yemenê, Îran gur dike lê Tehran van îdiayan red dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin