Li Meresê erdhej çêbû

Li Meresê erdhej çêbû

PeyamaKurd – Li navçeya Nurhak a Mereşê saet di 08:49an de bi pileya 4 erdhejek pêk hat.

Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) hat dayîn, erdhejeke bi lerza 4an pêk hat ku navenda wê navçeya Nurhaka Mereşê bû.

Hat diyarkirin, erdhej 7,72 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

Do li Mereşa navçeya Çaxlayanceritê bi hêza 4,9 erdhejek pêk hat.

Hat diyarkirin, erdhej 5,34 kîlometro di bin erdê da çêbû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin