PeyamaKurd – Li ser pirnameya CHPê bo Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê, hat ragihandin ku di nav 5 salên dawî de bêhtirî 20 hezar kes ji ber parvekirinên medya civakî ketine ber lêpirsînan, doz li wan hatine vekirin û hatine sizadan.
Li gorî bersiva Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bo pirsnameya CHPê di navbera salên 2013-2018an de bi hinceta parvekirinên medya civakî li ser 20 hezar û 474 kesan lêpirsîn hatiye kir.
Wezaretê agahiyên derbarê sizadana wan kesan de eşkere nekir, lê tê zanîn ku bi hezaran kes li Tirkiyê ji ber parvekirinên medya civakî hatine desteserkirin û li zindanan jî dimînin.
Parlamentarê CHPê yê Balikesirê Ensar Aytekin ku pirsname pêşkeş kiribû diyar kir, di 5 salên dawî de lêpirsîn û dozên li ser parvekirinên medya civakî nîşaneya sînorkirin û astengkirina azadiya derbirinê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin