PeyamaKurd- Serokwezîrê Lubnanê Hasan Diyab ragihand ku dê qanûna hilbijartina pêşwext, roja duşemê sewqî encumena wezîran bike. Diyab hem got; tenê rêya wan ew e ku ew dikarin welat bi hilbijartina pêşwext ji krîzê derxin.
Diyab, di dema ku xwepêşandan çêdibûn, derket ber kamerayan û biryara hilbijartina pêşwext ragihand. Diyab got ku heya partiyên meclisê lihev bikin, dikare berpirsiyariyê bigre ser milên xwe. Li ser teqîna lîmana Beyrûdê jî serokwezîr Diyab weha got:
“Ev, encama rêvebirina xerab ya bi salaye. Ev felaket wê bê hesab nemîne. Lêpirsîn dê bê firehkirin û têkiliya kî pê re hebe, wê hesab bide. Divê di vê pêvajoyê de herkes hesabê siyasî deyne aliyekî û berpirsiyariya netewî bigre ser xwe.””
Di teqîna Lubnanê de heya niha 158 kes mirine û di ser 6 hezar kesî de birîndar hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin