PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 73 saliya damezrandina Partiya Demorkat a Kurdistanê (PDK) peyamek belav kir.
Serokwezîr Barzanî got, “Hêvîdarim ev salveger bibe sedema bidestanîna destkeftên mezintir û jiyaneke berxtewertir ji gelê me re û aştî, avedanî û aramiya zêdetir ji welatê me re.”
Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê:
Bi boneya bîranîna 73 saliya damezrandina Partiya Demorkat a Kurdistanê, partiya Kurdatî û berxwedanê, herwiha salvegera roja jidayikbûna Serok û Rêberê me Mesûd Barzanî germtirîn pîrozbayî li cenabê Serok, endam, alîgirên PDK, Pêşmergeyên qehreman, malbetên serfiraz ên şehîdan û tevahiya xelkê Kurdistanê dikim.
Hêvî dikim ev bone bibe sedema bidestanîna destkevtên mezintir û jiyaneke berxtewertir bo gelê me û aştî, avedanî û aramiya zêdetir bo welatê me.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin