PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê ragihand ku li başûrê Kurdistanê di operasyona Pençe-Kilit de, di dema lêgerîna li herêmê de, teqemeniya ku bi dest hatibû çêkirin û bicîhkirin teqiya. Di teqînê de leşkerê bi navê Mustafa Demir giran birîndar bû. Leşkerê pirspor birin nexweşxana leşkerî ya Ankara ya bi navê Gulhanê.
Demir di 6 ê tebaxê de birîndar bû û li nexweşxana Gulhanê ji ber birîna xwe ya xedar piştî 3 rojan jiyana xwe ji dest da.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin