Bûlgaristan cara duyem wê desteka sîlihan bide Ûkraynayê

Bûlgaristan cara duyem wê desteka sîlihan bide Ûkraynayê

PeyamaKurd – Hukumeta Bûlgaristanê li ser biryara parlementoyê ya di 09.12. 2023an ragihand ku wê cara duyem ji bo Ûkraynayê desteka sîlihan bide. Hukumet cûreyên sîlihên ku bidin Ûkraynayê negot lê wê weka sîlihên ku cara yekê daye Ûkraynayê bin.

Navenda çapemeniya hukumeta Bûlgaristanê ragihand ku biryar di 23 yê Hezîranê de hatiye dayîn û dayîna sîlihan wê li şiyanên parastina Bûlgaristanê bandorekî neyînî neke.

Wezîrê bergiriyê yê Bûlgaristanê Todor Tagarev berê ragihandibû ku di depoyên artêşê de muhîmmatên ku 30 sal berê hatine hilberîn hene û eger wan çekan nedin, wê di wexteka nêz de wan îmha bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin