Mesrûr Barzanî: Civîna me di dema xwe de û berhemdar bû

Mesrûr Barzanî: Civîna me di dema xwe de û berhemdar bû

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 11ê Çileyê ji bo hevdîtinên ligel rayedarên Iraqê serdana Bexdayê kir û Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Serokwezîr Barzanî derbarê civîna ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî de got ku civîna wan berhemdar derbas bûye.

Mesrûr Barzanî derbarê hevdîtina ligel Mihemed Şiya Sûdanî de, li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Hevdîtina me ya ligel Serokwezîrê Iraqê di dema xwe de û berhemdar bû.”

Serokwezîr Barzanî da zanîn, di civînê de pirsa hevahengiya di warên enerjî, ewlekarî û bûdçeyê de hatiye gotûbêjkirin.

Piştî avabûna hikûmeta nû ya Iraqê, xalên karnameya kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê yên derbarê Herêma Kurdistanê de wiha ne:

- Gotûbêjkirina li ser mijarên neft û bûdceyê

- Derxistina yasaya neft û gaze

- Xerckirina mafên darayî yên welatiyan

- Dubare avakirina komîteyeke bilind ji bo cîbicîkirina madeya 140

- Avakirina hêza hawarhatinê ji Kerkûkiyan

- Hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê

- Cibicîkirina Peymana Şengalê

- Dagirtina valahiya ewlehiyê di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de

- Derxistina yasaya Dadgeha Federal

- Derxistina yasaya Encûmena Federal

- Veguheztina mîlaka mamostayên Kurdî li Kerkûkê bo Hikûmeta Federal

- Vegerandina çalakiyên siyasî yên partiyên Kurdistanî li navçeyên ku cihê nakokiyê ne

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin