Bi roketê li baregeha Eyn el- Esed xistin

Bi roketê li baregeha Eyn el- Esed xistin

PeyamaKurd – Li Iraqê li bajarê Anbarê bi roketan li baregeha Eyn el-Esedê ya leşkerî xistin. Li baregehê leşker û pisporên Amerîkayê yên perwerda leşkerên Iraqê dikin hene û hêzên koalîsyonê jî lê dimînin.

Hat ragihandin ku roket li nêzî baregehê ketine û encama zerar û ziyanên baregehê yên maddî û canî nehat ragihandin.

Berê jî gelek caran grûbên bi ser Îranê ve, bi roketan êrîş biribûn ser heman baregehê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin