Îmarat li Herêma Kurdistanê veberhênana sektora elektrîkê dike

Îmarat li Herêma Kurdistanê veberhênana sektora elektrîkê dike

PeyamaKurd – Konsulê Îmaratê yê li Herêma Kurdistanê Ehmed el Zahirî ragihand ku welatê wan veberhênanê di sektora elektrîkê ya Herêma Kurdistanê de dike.

Wezareta Elektirîkê ya Herêma Kurdistanê ragihandiye, Konsulê Îmaratê Ehmed El Zahirî di serdana xwe ya Wezareta Elektirîkê de diyar kiriye: “Hinek kompaniyên welatê me dixwazin di sektora elektirîkê ya Herêma Kurdistanê de veberhênanê bikin û bi rêya enejiya rojê ve elektirîkê berhem bînin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Wezîrê Elektirîkê Kemal Mihemed Salih amadebûna wezaretê ji bo beşdarkirina kompaniyên Îmaratê di sektora elektrîka Herêmê de nîşan da.”

Wezareta Elektirîkê bi rêya veberhênanê, 75 megawatt elektrîkê bi enerjiya rojê li her sê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê berhem tîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin