Komcivînek li ser cîbicîkirina astiyê û îhtîmala pêvajoyeke nû ya çereseriyê çêbû

Komcivînek li ser cîbicîkirina astiyê û îhtîmala pêvajoyeke nû ya çereseriyê çêbû

PeyamaKurd - Li Diyarbekirê li ser cîbicîkirina aştiyê û îhtîmala pêvajoyeke nû ya çereseriyê, komcivînek çêbû. Di komcivînê de, Dr. Vahap Coşkun axivî û got, êdî ne pêkan e pêvajoyek weke berê destpê bike, eger destpê bike jî dê bi şêwazeke din bimeşe. Parlementerê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglû jî diyar kir, pirsa Kurd dikare bi konsensusek civakî çareser bibe.

Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê DÎTAMê ve bi pêşkerkariya gotara Dr. Vahap Coşkun komcivînêk derbarê pêkanîna aştiyê li dar xist. Akademîsyenê Zaningeha Dîcleyê Doktor Vahap Coşkun di gotara xwe de bal kêşand ser sedemên destpêkirina pêvajoya çareseriyê û sedemên têkçûna pêvajoya çareseriyê ku amaje kir sedema destpêkirinê jî û sedema têkçûnê rewşa li Rojavayê Kurdistanê derketî holê bû. Doktor Vahap Coşkûn da zanîn, ew bawer nake careke din bi heman şêwazê pêvajoyek çareseriyê ya wek rabirdûyê destpê bike û got, eger destpê bike jî dê bi şêwazeke nû destpê bike.

Vahap Coşkun destnîşan kir: “Gelek sedemên piştgiriya civakê ya ji bo pêvajoya çareseriyê hebûn. Pêvajo gelek girîng û hêja bû. Têkçûna pêvajoyê girîngî û hêjabûna wê ji holê ranake. Niha pêdiviya pêvajoyek nû heye. Pêvajoyek bi şêwaza berê pêkan xuya nake, lê dibe ku bi şêwaz û rêbazek nû pêvajoyek nû destpê bike. Pêvajoyên aştiyê tenê bi 2 aliyan nameşin. Divê gelek beşên cuda tê de beşdar bin û rêya diyalogê her dem vekirî be.”

Di komcivînê de bal hate kişandin ku divê bêyî ku aştî ji dest were dayîn dahatû were avakirin û ji bo vê yekê jî girîngiya çareseriya pirsa Kurd mijara sereke bû.

Parlementerê HDPê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû di komcivînê de axivî û diyar kir, ew jî di pêvajoya çareseriyê de di lijneya aqilmendan de bû û da zanîn kêmasiyên wê pêvajoyê hebûn û niha divê ders ji wê pêvajoyê were derxistin.

Omer Farûk Gergerlîoglû eşkere kir: "Tehemmula me ji bo têkçûna pêvajoyek din a çareseriyê nemaye. Teqez divê pêvajoyek a çareseriyê hebe. Ji ber ku konsensusek civakî çênabe pêvajoyên aştiyê bi ser nakevin. Eger pêvajoyek destpê bike divê dewlet û desthilat piştgiriya civakî ya berfireh ji bo pêvajoyê dabîn bikin."

Ji beşdarên komcivînê Profesor Abdûllah Kiran jî da zanîn, divê Kurd bizanibin ew li Tirkiyeyê hêzek girîng û mezinin ku divê bi hemû hêza daxwaza statuya zimanê Kurdî bikin û ji bo ku Kurd bikaribin li zemînek baştir daxwaza statuya zimanê Kurdî bikin divê PKK jî li Tirkiyeyê dest ji şerê çekdarî berde.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin