PeyamaKurd- Komara Afrîkaya Başûr ku dê di meha Tebaxê de mazûvaniya Civîna Rêberên BRICS bike, xwe amade dike ku xwe ji Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (UCM) vekişîne.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, hat diyarkirin ku Komara Afrîkaya Başûr xwe amade dike ku xwe ji Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî vekişîne ku biryara girtinê ji bo Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin ê ku biryar e beşdarî lûtkeyê bibe dabû.
Serokomarê Afrîkaya Başûr Cyril Ramaphosa, ligel Serokomarê Finlandiyayê Sauli Niinisto ku çûbû serdana welêt, civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku ew piştgiriyê didin biryara Kongreya Neteweyî ya derxistina Afrîkaya Başûr ji UCMê.
Ramaphosa diyar kir ku biryara girtinê ya ji bo Putin ê ku ji bo beşdarî Lûtkeya Rêberên BRICS bibe di vê biryarê de bi bandor e û divê li ser "nêzîkahiyên neheq" ên UCMê bên nîqaşkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin