Bahçelî: Hevdîtina ligel HDPê, gaveke xwezayî ye

Bahçelî: Hevdîtina ligel HDPê, gaveke xwezayî ye

PeyamaKurd- Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, li ser guftûgoyên hevdîtina şanda Ak Partiyê ya ligel rayedarên HDPê nirxand. Bahçelî da zanîn ku hevdîtina ji bo guherîna makezagonê, tiştekî asayî ye.

Devlet Bahçelî yê ku di civîna koma partiya xwe ya heftane de axivî, mijara serdana Ak Partiyê ya ligel rayedarên HDPê jî nirxand. Bahçelî, li ser vê mijara ku helwesta wî bûbû sedema mereqan, wiha axivî:

“Em guherîna makezagonê, heta dawiyê destek dikin. Nêrîna me zelal e. Em vê pêşniyaza guherîna makezagonê, bi awayeke peymaneke dorfireh bigirin dest û biçin encamê yan jî em pêşkêşî dengên welatiyên xwe bikin. Heger CHP dilsoz e û li ser soza xwe disekine; fermo bila were, em bi hev re vê mijarê ji kokê ve çareser bikin. Ev gaveke gelek xwezayî ye ku Ak Partî ji bo guherîna makezagonê ligel partiyên siyasî hevdîtinan bike.

Bi HDPê re çima hevdîtin hatiye kirin? Em ê bertekeke çawa nîşanî vê bidin? Jixwe ez hewcedariyê nabînim ku ez nêrîna me ya li HDPê dubare bikim. Ew kesên ku dengên xwe ji bo pêwendiya Ak Partî û CHPê nakin, li ser pişta me HDPê li ser zimanên xwe dilefînin û ev helwest jî li gorî me helwesteke muflis e. Di çavên me de HDP çi be, CHP jî ew e. Em li hevdîtinan nanihêrin, em li çawaniya çareseriya demokratîk dinihêrin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin