Reîsî: Çareseriya herî bas vekisîna Tirkiyê ye…

Reîsî: Çareseriya herî bas vekisîna Tirkiyê ye…

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, li ser mijara asayîbûna têkiliyên Enqere-Şamê û çareserkirina krîza Sûriyê got, tevî berçavgirtina fikarên Tirkiyê yên ewlehiyê, çareseriya herî baş vekîşa Tirkiyeyê ji nav erda Sûriyê ye.

Reîsî di hevpeyvîna ligel medya fermî ya Sûriyê SANA û Al-Suriya TV de got ku Sûriye tevî hemû dorpêç û gefan jî li ser piyan maye û berxwedana wan planên Amerîkayê vala derxistine.

Li ser mijara asayîbûna bi Tirkiyeyê re jî Reîsî diyar kir: “Me destnîşan kir ku divê hemû erda Sûriyê lê bê vegerandin û yekparçebûna erda Sûriyê bê parastin. Tirkiye li hin deverên sînorê Sûriyê xwe ewle hîs nake. Me ji wan re got ku çareserî serweriya Sûriyê li ser hemû xakma xwe ye. Rêya ewlekariyê ne ew e ku Tirkiye erdên wê kontrol bike. Belê hin nîgeraniyên welatên cîranên Sûriyê hene, lê em dibêjin, çareserî dayîna hemû xakê bo serweriya Sûriyê ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin