Ji Dije Terora Kurdistanê daxuyaniya êrîsa SÎHA ya Tirk

Ji Dije Terora Kurdistanê daxuyaniya êrîsa SÎHA ya Tirk

PeyamaKurd – Dije Terora Kurdistanê derbarê êrîşa balafira bêmirov a Tirkiyeyê (SÎHA) ya bombekirina otomobîlekê li navçeya Koye ya Hewlêrê daxuyanî da.

Di daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê de hatiye gotin ku otomobîla ku li Çiyayê Heybet Siltan ê navçeya Koye hatiye bombebaran kirin, ya PKKê bûye.

Hate diyarkirin ku bûyer li dorûbera gundê Kanî Kandê li demjimêr 10:50 rû daye û otomobîleke PKKyî tê de bûn, bi droneke Tirkiyê hatiye armanckirin.

Hate ragihandin ku kesekî di otomobîlê de can daye û kesek jî birîndar bûye.

Rêveberê polîsê Koye Emîd Elî Ebdula daye xuyakirin ku kesê di êrîşê de can daye navê wî Dilovan Selam Silêman e û sala 1996an ji dayîk bûye, du jinên din jî di nav otomobîlê de hebûne ku ew jî merivên wî bûne û niştecihên Kampa Mexmûrê bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin