Biden: Ger Îsraîl nebûya, diviyabû em wê îcat bikin!

Biden: Ger Îsraîl nebûya, diviyabû em wê îcat bikin!

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden derbarê hevdîtina doh 27ê Cotmehê ya ligel Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog a li Koşka Spî de axivî.

Biden di axaftina xwe de, li ser pêwendiyên Îsraîl-Amerîkayê rawestiya û got: "Girêdana Amerîka ya bêmînak a bi Îsraîlê re, xwe dispêre prensîb, hizir û nirxên me. Ev heman nirx in.”

Herwiha Biden bila kişand ser daxuyaniyeke xwe ya sala 2013an ku derbarê Îsraîlê de dabû û got: “Ger niha Îsraîl nebûya jî diviyabû em wê îcat bikin.”

Li gorî şîroveyan tê texmînkirin ku Biden ev gotina xwe ji gotinên nivîskar û fîlozofê Fransî Valtaire ên; “Xweda tunebûya, divîyabû bê îcatkirin” wergirtiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin