PeyamaKurd – Fermandarê payebilind ê Iraqê Selman Rubeyî, ji ber nexweşiya vîrusa koronayê can da.
Wezareta Berevaniya Iraqê îro 12ê Tîrmehê bi daxuyaniyekê ragihand, Rêveberê hêzên bejayî yên hêzên taybet Lîwa Rukin Murad Kerîm Selman Rubeyî ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest daye.
Wezaretê da zanîn ku rola wî fermandarî di berevaniya Iraqê de girîng bû.
Doh jî Berdevkê Polîsê Kerkûkê Efrasyaw Kamil ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin