Artêsa Ukraynayê vekisîna xwe ya ji aliyê Rojhilat ragihand

Artêsa Ukraynayê vekisîna xwe ya ji aliyê Rojhilat ragihand

PeyamaKurd - Serokê Şaredariya herêma Lugansk a Ukraynayê ragihand ku artêşa Ukraynayê piştî çend hefteyên şerekî dijwar ji bajarê Severodonetsk yê li rojhilatê Ukraynayê vedikişe

Ajansa France Press (AFP) bi zarê Serokê Şaredariya Lugansk Sergey Gayday ragihandiye, artêşa Ukraynayê ji bajarê Severodonetsk vedikişe û li ser vê mijarê fermana vekişînê gihîştiye wan.

Hêjayî gotinê ye, êrîşên artêşa Rûsyayê ji 24ê Sibata borî ve dewam dikin û heta niha hejmarek bajar û benderên Ukraynayê ketine bin kontrola Rûsyayê.

Niha şerên herî dijwar jî li herêmên rojhilatê Ukraynayê diqewimin ku Rûsyayê ew dever wekî herêmên xweser nas kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin