PeyamaKurd – Nûnera Amerîkayê ya Neteweyên Yekgirtî Linda Thomas-Greenfield, li ser gera xwe ya bo Tirkiyê ragihand ku di navbera Tirkiyê û Amerîka de tiştnên li ser wan lihev nakin hene lê di mijara rêya şandina alîkariya mirovî ya bo Sûriyê de lihevin û weha got:
“Min bi xwe dît ku Tirkiye bi merdane çawa penaberên Sûriyê bo aboriyê û welatê xwe entegre kiriye.”
Thomas-Greenfield, li balyozxana Amerîkayê ya mezin ya li Ankarayê, li qonaxa fermî civîneka çapemeniyê li ser gera xwe ya Tirkiyê ya bo 3 rojan kir. Greenfield got ku çûye ser sînorê Tirkiyê bajarê Hataye jî û Amerîka heya niha bi miqdarê 13 mîlyar dolaran di nav 10 salan de destekê daye xelkê Sûriyê û dê bo penaberên Sûriyê 240 mîlyon dolar îlawe fînansman bidin.
Greenfield got ku li dora 13 mîlyon Sûriyeyî ji ser cîh û warên xwe bûne û li rojavayê bakûrê Sûriyê ji her 5 kesan 4 kes pêdiviya wan bi alîkariyê heye. Thomas-Greenfield weha got:
“Koronavîrus halê penaberan xerabtir kir. Bo gelek Sûriyeyiyan deriyê Cilvegözü mirovan bi jiyanê ve girêdide. Em dixwazin NY alîkariyê bigihîne zarokên birçî û em dixwazin alîkariyê bidin malbatên bêxanî. Em weka NY dixwazin aşiya Kovid-19 ê bigihînin wan û dixwazin êşa wan bi dawî bibe.
Deriyê Cilvegözü niha bo raya giştî ya dinyayê bijarteyeka gelkî başe. Min do bi çavên xwe dît. Min xebata rêxistinên mirovî bi çavên xwe dît. Eger ev derî bê girtin, dê bibe sedema jiyandina êşên zahf mezin.”
Thomas-Greenfield behsa xwebexşan kir û got ku ew bi wext re di nav pêşbirkê de ne û bo kesên di sefa pêşde dixebitin, plana Biden ya bi miqdarê 25 mîlyon aşiya Kovid-19 ê bibîrxist. Thomas Greenfield got ku ew gelek çîrokên Sûriyeyiyan guhdarî kiriye û weha dewam kir:
“Divê em ji xwe bipirsin bê Sûriyeyî divê hêj çendîn êşê bibînin. Hevkarê me yê NATO yê, bi Tirkiye re bi ferqa nuansî têkiliyên me yên stratejîk hene. Di hinek mijaran de cuda û di hinek mijaran de em weka hev difikirin. Di mesela derbaskirina sînor di warê mirovî de, em weka hev difikirin. Ez weka desta yekê min dît Tirkiye çawa bi merdane penaberan qebûl kiriye bo aboriyê û welat wan entegre kiriye.”
Thomas-Greenfield, ragihand ku bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu û bi berdevkê serokomar İbrahim Kalın re hevdîtin kiriye û dewam kir:
“Di her dû hevdîtinên me de jî me behsa derbasbûna sînor yê Sûriyê kir û fikrên xwe got. Di roj û mehên pêşiya me de, em dixwazin hevkariya xwe dewam bikin.
Eger sînor bên girtin, weka min berê got dê mirov bimrin. Lewra li New Yorkê bi hemkarên xwe yên Konseya Ewlehiyê yên li NY re, bo sînor vekirî bimînin, çi pêwist be ez ê bikim. Hem bo her dû sînorên girtî bên vekirin, em li ser wan dixebitin.”
Greenfield di mijara ku PYD êrîşê xwepêşandêran kiriye de got:
“Tiştên qewimîne yên xemgîniyê ne. Em mirovan teşwîq dikin ku karibin fikrên xwe, xemgîniya xwe bînin holê. Em destekê didin xwepêşandanên aştiyane. Mixabin ev hal wergeriya şiddetê. Ez dubare dibêjim divê mafê protestoyê hebe.”
Thomas-Greenfield, di mijara têkiliyên bi hemkarên xwe yên li NY de got ku bi endaman re di nav têkiliyan de ye, piştî dagera xwe dê agahiyan bide wan. Berya here Tirkiyê, bi nûnerê Rûsya re têkilî daniye û dema vegere, wê gahiyan bide nûnerê Rûsyayê. Di konseyê de wê wezîrê karên derve yê Amerîkayê, bi wezîrê Rûsya re heya karibin lihev bikin. Hinek ji şiroveyên Greenfield jî wehanin:
-Dixebitin da Îsraîl û Fîlîstînî karibin aştiyê di navbera wan de peyda bikin û li rex hev bijîn.
-Li Konseya Ewlehiyê destekê didin aştiyê. Serokê Amerîkayê di avakirina 2 dewletan de zelale. Bi awayeka nerewa konsey Îsraîlê bixe hedefa xwe Amerîka qebûl nake. Fikra Amerîkayê di parastina mafê xwe de Îsraîlê destek dike. Di mijara parastina Fîlîstîniyan de tewrê Amerîka zelal e.
-Xebatên Amerîkayê yên di Konseya Ewlehiyê de temîna dewama agirbesê ye û çareseriya dîplomatîke. Niha Amerîka dixebite da her du millet karibin li rex hev bijîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin