Swêd: Em ê li gorî peymanê tevbigerin

Swêd: Em ê li gorî peymanê tevbigerin

PeyamaKurd- Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson, di derbarê endamtiya welatê xwe ya NATOyê de daxuyaniyek da. Andersson ragihand ku ew ê li gorî peymana ku bi Tirkiyeyê re hatibû kirin, tevbigerin.

Magdalena Andersson da zanîn ku ji bo Swêd bibe endamê NATOyê, di navbera wan û Tirkiyeyê de peyman bi çi awayî hatibe çêkirin, ew ê wekî rayedarên Swêdê, li gorî peymanê tevbigerin.

Serokwezîra ku bi rêya daxuyaniyeke çapemeniyê ev agahî ragihandin, da zanîn ku “Ji bo pexşana lihevkirinê çi hewce bike, em ê li gorî wê tevbigerin.”

Magdalena Andersson bi berdewamî qala kesê bi navê ‘Okan Kale’ yê ku ji ber tometa sextekariya qertan reviyabû Swêdê jî kir û got,

“Tirkiye, daxwaza vî kesî dike. Ev biryar, li gorî zagonên Swêdê û zagonên navneteweyî hatiye dayîn û em ê jî xebata xwe bi vî awayî berdewam bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin