Tendirustiya Silêmaniyê ji bo pêleke din a tozbarînê hisyarî da

Tendirustiya Silêmaniyê ji bo pêleke din a tozbarînê hisyarî da

PeyamaKurd – Rêveberiya Tendirustiyê ya Silêmaniyê di derbarê pêleke din a tozbarînê de hişyarî da û diyar kir, eger ji bo karekî pêwîst nebe, ji malên xwe dernekevin û maskan bi kar bînin.

Li gor zanyariyan, îro pêleke tozbarînê bi ser bajarên Herêma Kurdistanê de hatiye û li gelek navçeyan heyama dîtinê kêm bûye.

Rêveberiya Tendirustiyê ya Silêmaniyê bi daxuyaniyekê eşkere kir, barîna tozê bandora rasterast li ser tendirustiya welatiyan dike, ji ber welatiyan hişyar dike ku pabendî van rêkarên taybet bi vê rewşê bibin.

Herwiha Rêveberiya Tendirustiyê ya Silêmaniyê welatî hişyar kir û da zanîn, derî û pencereyên xwe bigirin û  di derketina derve de, maskan bi kar bînin, bi berdewamî avê vexwin û meyweyan bixwin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin