PeyamaKurd- Agirkuj Phil Irving ê ku yek ji endamên tîma lêgerîn û rizgarkirinê ye ku ji aliyê Brîtanyayê ve ji ber erdhejê ji bo alîkariya Tirkiyeyê hatiye şandin, qala serpêhatiyên xwe yên li Hatayê yên dîmenên wêraniya erdehê kir.
Phil Irving, qala xilaskirina polîsek û jinek ku 120 saetan di avahiyeke pirqatî ya li Hatayê hilweşiyayî de asê mabûn kir ku çawa hatin rizgarkirin.
Irving hanî zimên ku di avahiya hilweşiyayî de roja îniyê pêşî nîşanên jiyanê hatin dîtin û "teqereq û qêrîn" bihîstin wiha got:
“Me dizanibû ku em nêzî wan bûne, lê gihandina wan tengasiyek bû. Ew, hilweşîneke felaket bû û gihîştina wan zehmet bû. Ev kes di bin xirbe û kavilan de mabûn û ew zindî bûn. Ji bo em wan derxin, diviyabû em ji neçarî bişev û biroj bixebitin.
Phil Irving, di dewama axaftina xwe de got ku wî dît ku helîkopter li ser avahiyên hilweşiyayî difirin, wan dengên domdar bihîstin û gel li kolanan diqêriyan û wiha got:
"Ev der, mîna qada şer e. Dilê min diêşe ku wêraniya li ber çavan e, bibînim.”
Irving, di çarçoveya tîma lêgerîn û rizgarkirinê ya ku ji 77 kesan pêk tê, ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê ve ji bo Tirkiyeyê hatibû şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin